PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî piştî ji parlementoya Bexdayê raya baweriyê sitend, yekemin civîna kabîne ya xwe kir. Li gor ragihandina baregeha encumena wezîran; di civînê de hinek biryaran girtine. Baregeh weha ragihand:
“Mustafa Kazimî yekemîn civîna encumena wezîran kir. Kazimî di çarçoveya tesbîtkirina wezareta Koç û Koçberan de, wê bo 100 hezar malbatan, bo her malbatê 70 hezar dînar pere bide.”
Kabîneya Kazimî di civîna meclisê ya duhî de,15 wezîr dengên baweriyê sitendibûn lê 5 wezîr nestendibûn. Dengdana bo 2 wezîran jî hatibû paşdexistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin