11. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê online tê lidarxistin

11. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê online tê lidarxistin

PeyamaKurd - 11. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê wê di 15-24ê Tebaxê de bê lidarxistin. Di festîvala ku wê 10 rojan dom bike, wê danîşana 50 fîlmên online bê kirin.

11. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di navbera 15-24ê Tebaxê de, li paytexta Îngiltere Londonê dê pêk were.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, îsal ji ber şewba vîrusa Korona, bi awayê online tê lidarxistin.

Ji xeynî bernameyên cûr bi cûr ên ramanî, dê bernameyek ji kurtefîlman jî bê pêşkêşkirin.

Mijarên îsal yê festîvalê wisa ne: Ji Sînoran Wê Dê, Tekoşîn Berdewam Dike, Di Sînemayê De Jin, Di Monîtorê De Şer, Wextekî Li Kurdistanê û Di Sînemayê De Zarok

Wê 50 fîlm bê nîşandan

Di festîvala wê 10 rojan dom bike, 50 fîlm bi awayekî online dê bê nişandan

Herwiha piştî nîşandana fîlman a zindî, dê hevpeyvîn jî pêk were.

Nîşandan û çalakiyên online bo hemû bînerên cîhanê dê îsal bêheq be.  

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin