Peyama Kurd – 7 sal piştî veqetîna Brîtanya ya ji Yekîtîya Ewropayê (YE) ango Brexitê, gelê Brîtanya gihîştîye wê bawerîyê ku veqetînê bandoreke neyînî li ser welatê xwe kirîye.
Weke tê zanîn Brîtanya, 7 sal berê ji bo ji YEyê derkeve dest bi hewldana Brexitê kir û sê sal berê, ji yekbazara YE û yekîtîya gomrikê û bi gişitî ji YEyê derketibû. Wê demê Brîtanyayê bi sedema ku barê aborî yê yekîtîyê Londonê bêtir hildigire ser xwe Brexitê pêk anîbû lê belê anketa ku kompanîya lêkolînan Opiniumê ji bo The Observerê kir, dîyar dike ku gelê îngilîz gihîştîye wê bawerîyê ku Brexitê bandoreke neyînî li ser aborîya welat kirîye. Gel, buhatirbûna nirxê berhemên dikan û bazarê û pênekarîya hikûmetê ya kontrola koçê mînak nîşan dide û radigihîne ku berîya Brexitê aborîya Brîtanya ji niha baştir bû.
Di vê anketê de ku bi 2 hezar welatîyan re hatiye kirin, ji nîvî zêdetir beşdarên aborî yên aborî Brexitê pir jiyana xwe dikin û dibêjin ku Brexitê daye Brîtanya.
Her wiha ji % 60ê beşdaran diyar dikin ku hemû berhemên pêwîst ên wek xurek, paqijî, teknolojî û hwd. ji berîya Brexitê pir bûhatir bûne, ji %53ê beşdaran jî diyar dikin ku hêza xwe kontrolkirina koçê wunda kirîye.
Ji % 50yê beşdaran Brexitê nebaş, ji %22 jî baş dibîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin