PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump û serokê Rûsyayê Putin wê di meha temmûzê de hevdîtina xwe ya fermî bikin. Tê gotin ku dê Putin ji Amerîka bixwaze da peyman çêbikin ku leşkerên Amerîka ji Sûriyê vekişin.
Li gor ragihandina TV ya Amerîka CNN ê, xaleka herî girîng ya ku wê di hevdîtinê de li serê rawestin Sûriye ye. Her du serok heya niha 3 caran hevdîtin lê ev hevdîtin wê ya yekem ya fermî be.
Her dû serok wê di 16 ê temmûzê de, li payîtexta Fînlandiyayê li Helsînkiyê werin cem hev. Xaleka hedîtinê ya girîng jî mijara Ûkrayna ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin