Gelo wê dîsa “pêvajoya çareseriyê” dest pê bike?

Dîroka weşanê :
Gelo wê dîsa “pêvajoya çareseriyê” dest pê bike?

PeyamaKurd- Li Tirkiyê beriya hilbijartina 31ê Adarê, careke dî “pêvajoya çareseriyê” tê axaftin. Lê belê hêviyên HDPê hindik in.

Di derbarê mijarê de rojnamevanê Tirk Murat Sabuncu bi sernavê “Senteza Hulûsî Akar, gelo ji bo pêvajoya çareseriyê, sînyaleke nû ye?” nivîsek weşand û got ku heke hindik be jî îhtîmalek heye ku ji nû ve “pêvajoya çareseriyê” dest pê bike. Murat sabuncu wiha dewam kir:

“Erkdarên HDPê gelek caran ji bo “pêvajoya çareseriyê” bang li hukûmetê kirin. Lê belê heta niha berisveke erênî ji aliyê hukûmetê ve nehatiye. Wextê ku em bi erkdarên HDPê re jî diaxivin, ew dibêjin heta niha me ronahiyek ji hukûmetê nedîtiye. Lê belê hinek dibêjin ku Tirkiye wê li dijî Kobaniyê operasyonekê bike û paşî jî li ser masê rûne. Lê belê operasyona li dijî Kobaniyê wê pirsgirêkan zêdetir û xirabtir bike.

Ji bo vê mijarê ez bi wekîlekî dî yê HDPê re axivîm û wî jî got ku îddayek heye ku dibêje Erdogan dixwaze xwe ji MHPê qut bike.

Ji xeynî vê jî peyveke Wezîrê Parastinê Hulusî Akar jî heye ku gotibû “pêvajoya çareseriyê” çêbû û hinek ders jê hatin standin. Niha jî têkoşîna bi terorê re heye. Em hêvî dikin ku sentezek ji van derkeve.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin