Gestên asmanî yên navbera Rûsya û Iraqê hatin rawestandin

Dîroka weşanê :
Gestên asmanî yên navbera Rûsya û Iraqê hatin rawestandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku geştên asmanî yên navbera Iraq û Rûsyayê, ji bo demeke nediyar hatine rawestandin.

Kompaniya frokeyan a Iraqê da zanîn ku hemû geştên asmanî yên di navbera Bexda û Moskowê de, ji bo demeke nediyar hatine rawestandin

Kompanyayê, di derbarê sedemên rawestandina geştan de ti agahiyek belav nekir.

Kompaniya Iraqî herwiha daxwaz ji geştiyarên ku bilêtên xwe ji berê ve standine kir ku serdana ofîsên kompaniyê yên li Bexdayê bikin û pareyên bilêtên xwe werbigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin