PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Agiriyê li navçeya Diyadînê li gundê Melaqarayê merasima danîna asasê dezgeya zêr û zîv hat kirin. Şîrketên hilberîner TMSF û Koza Altın in. Di merasima asasê de wezîrê sanayî û Teknolojiyê yê Tirkiyê Mustafa Varank jî hebû.
Wezîr Varank ragihand ku li deverê 197 sondaj hatine kirin û tesbîta hebûna 20 ton zêr û 3,5 zîv hatiye kirin. Varank ragihand ku di 3 mehê ewilî yên sala 2022 an de wê di tesîsê de retina zêr û zîv destpêbike, bo 500 kesî tê de dê kar hebe û bi xêra 500 kesan dê bi hezaran kes jê fêde bibînin.
Wê di dewra pêşiya me de li navçeyên Tûtakê, Eleşgirt, Patnos û Bazîdê bo tekstûlê sîteyan ava bikin û heya karibin bêkariyê ji holê rakin.
Di seha Melaqarayê de qiymeta bazarê ya zêrê ku 20 ton heye, dike 1,2 mîlyar dolar û bi bihayê 2,8 mîlyon dolaran 3,5 zîv tesbît kirine. Varank weha dewam kir:
“Em ê bi TMSF ê re bi bihayê 160 mîlyon dolarî veberhênanê bo aboriyê bidin qezenckirin. Di sala 2022 an de di her 3 mehên ewilî de bi serokkomar re, em ê zêr birêjin. Di dewra xebatê de 500 kes û bi awayê indirect dê 2 hezar kes bibin xwediyê kar. Li gor hesaban xebat bo 6 salaye û di bîran de xebatên tesbîtê dewam dikin. Li vê derê potansiyelekî zêde heye. Em texmîn dikin ku bi rezervên nû re wê ev dezge 15-20 sal bixebite.
Piştî temenê tesîsê biqede, dê ji aliyê heman şîrketê de xebatên bo car din seha vegere xwezaya xwe ya berê, dê xebat bêkirin.
Tesîs xwediyê teknolojiyeka hasase û ji aliyê hawirdoriyê de dê bo dinyayê bibe weka mînak. Heyetên ji derveyê welat werim, em ê hemûyan bînin û li van tesîsan bigerînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin