Graham ji Trump xwest ku ji biryara lêdana Îranê venegere

Dîroka weşanê :
Graham ji Trump xwest ku ji biryara lêdana Îranê venegere

PeyamaKurd- Senatorê navdar ê Komarparêzan li Kongresa Amerîkayê Lindsey Graham da zanîn ku gelek kesên nêzîkî Donald Trump şîretan lê dikin ku êrîşî Îranê neke û ji Serokê Amerîkayê xwest ku guh nede wan şîretan û biryara êrîşê bide.

Keştiyên balafirhilgir û bi sedan balafirên şer xwe ji bo operasyoneke leşkerî ya mezin amade dikin lê şêwirmendên payebilind ên Trump ji malpera Axiosê re ragihandine ku Serokê Amerîkayê hîn biryara dawî nedaye.

Hate diyarkirin ku pêşniyarên leşkerî yên curbicur hatine pêşkêşkirin ku vebijêra kuştina Rêberê Îranê Elî Xameneyî û kurê wî jî li xwe digire.

Tê gotin ku Tîma Trump di danûstandinên bi Îranê re hinek nermî nîşan daye. Berpirsekî payebilind ji Axiosê re ragihand, Amerîka li ser pêşniyareke Îranê gotûbêjan dike.

Li gorî agahiyan, ew pêşniyar rê dide meyandina hinek uranyumê lê divê ev yek bike ku Îran nikaribe çeka atomî çêbike.

Li aliyê din Lindsey Graham bi xwe ku nêzî Trump e li ser lêdana Îranê rijd e û destpêka vê hefteyê çû Rojhilata Navîn û bi serkirdeyên Îsraîl, Îmarat û Siûdiyê re mijara Îranê gotûbêj kir.

Graham ji Axiosê re gotiye, ew ji dilgiraniya wan kesan fêm dike ku naxwazin Amerîka li Rojhilata Navîn operasyoneke mezin bike û dibêje, ew kesên ku li dijî êrîşa li ser Îranê şîretan li Trump dikin, "Wisa diyar e guh nadin encamên devjêberdana şerxwaziya Îranê."

Graham got, piştî gera wî ya dawî ya li herêmê, jê re eşkere bûye ku derfetek heye "ji bo çêkirina guherîneke dîrokî" ya li Îranê û wiha pê de çû: "Rêzeke min a zêde ji bo Serok Trump heye. Ew kesekî azad e. Wekî hemû serokan, ew jî dê ji biryarên xwe yên li ser van mijarên giran berpirsyar be. Bi ya min jî, dê dîrok derbarê helwesta min de gelekî zelal be, çi baş be yan xerab."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin