PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku grûbên muxalifên rejîma Sûriyê li bajarokê Haderê êrîşê ser baregeha Neteweyên Yekgirtî kirine, artêşa Îsraîlê li wan xistiye, wan paşde dehf daye û destekê daye hêzên NY.
Di daxwuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku li başûrê Sûriyê nêzî Girên Golanê li qeseba Haderê grûbên çekdar li qereqola NY xistine û Îsraîlê destekê daye hêzên NY.
Bi sedema tevlihevbûna Sûriyê, Îsraîlê qewetên destekê şandibû Golanê da hêzên xwe teqwiye bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin