PeyamaKurd – Guleşvanê Rûs Buvaisar Saitiev ku 3 madalyayên zêrîn ên olîmpiyatê bi dest xistibûn, di 49 saliya xwe de li Moskowê canê xwe ji dest da.
Serokê Federasyona Guleştê ya Rûsyayê Mikhail Mamiashvili bûyer wek felaketek nirxand û got: “Zehmet e ku ez hişê xwe bi serê xwe bidim.”
Saitiev di lîstikên Olîmpiyadê yên Atlanta 1996, Atîna 2004 û Pekînê 2008 de, di kategoriya 74 kg a mêran de sê madalyayên zêr bi dest xistin.
Werzişvanê li Moskowê çêbûbû, 6 şampiyoniya cîhanê û 9 şampiyoniya Ewropayê jî bi dest xistibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin