“Gurcistan amade ye da bibe endamê NATO yê”

“Gurcistan amade ye da bibe endamê NATO yê”

PeyamaKurd- Seroka Asamble ya Parlementaran ya NATO yê Madeleine Moon bi heyeteka xwe re li payîtexta Gurcistanê li Tîflîsê seredana serokê parlementoya Gurcistanê ya Arçil Talakvadze kir. Di seredanê de behsa Gurcistan û endamtiya NATO yê hat kirin. Civîn li dora sietekî dewam kir û paşî her dû alî derketin ber çapemeniyê. Serokê parlementoya Gurcistanê  Arçil Talakvadze behsa endamtiya welatê xwe ya bo endamtiya NATO yê kir û weha got:

“Gurcistan weka stratejîk amade ye da tevlî NATO yê bibe.”

Talakvadze behsa herêmên Abhazya û Osetya Başûr kir û behsa arîşeya yekîtiya axa xwe kir û got divê demokrasî bê xurtkirin, bo dawî li dagirkirinê were divê bi hevre xebat bêkirin.

Moon ragihand ku ew destekê didin yekîtiya axa Gurcistanê û weha dewam kir:

“Em dizanin yekîtiya axa Gurcistanê tê îhlalkirin û em daxwaza yekîtiya axa we destek dikin. Gurcistna tim di bala me de ye û em qet ji bîr nakin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin