Otomobîl weregariya: 3 kes mirin û 2 birîndar

Otomobîl weregariya: 3 kes mirin û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Entab) li ser rêya Dîlok û Nûrdaxiyê li gundê Şêxcerîdê otomobîl ji kontrola ajotvan derket û wergeriya. Li ser agahdarkirina tîmên cendirme û tenduristiyê, tîm çûn ciyê bûyerê.

Li ciyê qezayê Kadir Dikmen û Ferhat Yiğituşağı can dan. Ahmet Arslan, Mehmet Karayılan û Mehmet Kalkan bi birîndarî ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin bo nexweşxanên cuda. Mehmet Kalkan birin nexweşxana dewletê ya Şehît Kamil a Dîlokê lê ew jî li nexweşxanê can da.

Kesên di otomobîlê de bûn, ji taziyeyekî li Nûrdaxiyê diçûn malên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin