Serok Barzanî: Pêwîst e pirsgirêk bilez bên çareserkirin

Serok Barzanî: Pêwîst e pirsgirêk bilez bên çareserkirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 24/4/2019 li bajarê Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Qerar Usame Nuceyfî kir.

Serok Barzanî di civînê de got, “Pêwîst e pêkvejiyana aştiyane ya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bilez kêşeyên Mûsil bêne çareserkirin”.

Di daxuyaniya Baregeha Serok Barzanî de hat gotin, di civînê de derbarê kêşeyên îdarî, siyasî, aborî û emnî yên parêzgeha Nînowa û rewşa jiyana hemwelatiyên wê parêzgehê hate nirxandin.

Herwiha hat diyarkirin ku Serok Barzanî gotiye, “Pêwîst e pêkvejiyana aştiyane ya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bilez kêşeyên Mûsil bêne çareserkirin û rê nedin asayîşa wê parêzgehê bikeve ber gefa terorîstan.”

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê jî hat gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin