PeyamaKurd- Li Iraqê çalakvanan rêya deriyê li ser tixûbê Îranê girtin û agir bi her derî xistin. Li bajarê Meysanê çalakvanan rêya deriyê hidûdê Îranê girtin. Polîsên Iraqê jî mudaxeleyî wan kirin. Li ser van geşedanan Îranê jî deriyê tixûb girt.
Hikûmeta Iraqê gelek we’dan dide gelê Iraqê û dixwaze ku her kes aram be û belav bibin. Lê belê çalakî her ku diçe gurr û geş dibin. Çalakvan li dijî feqîrî û qutkirina ceyran û avê çalakiyên xwe didomînin.
Di derbarê bûyeran de ji Muduriyeta Ewlehiya Meysanê, polîsê bi navê Kerîm el Esedî daxuyaniyek da û wiha got: “Hêzên ewlehiyê xwestin ku çalakvan rêyê vekin. Lê ew li dijî vê yekê derketin. Polîsan jî hinek ji wan binçav kirin.”
Ji aliyê dî ve, Hikûmeta Haydar el- Îbadî ji bo ku çalakî bi dawî bibin, piştgiriya aborî li herêmê zêde dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin