PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panela Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ku îro beşdarî kir de got,“Em nikarîn xwe ji Iraqê cuda bikin û em pişkek ji Iraqê ne.” Barzanî herwiha xwepêşandanên Iraqê bi bîr xist û da zanîn, êdî rewş venagere qonaxa berê û divê daxwaziyên nifşê nû werin bicihanîn.
Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Iraqê û xwepêşandanan diyar kir, “Niha nifşekî nû hatîye ku mandîye û hest dike desthilat nekare pêdiviyên vê serdemê ji wan re dabîn bike” û wiha axivî;
“Çar sal carekê hilbijartin birêve diçin û ev nifşê nû pişikdarîyê di wan hilbijartinan de dikin, lê di encam de, ewên di helbijartinan de derdikevin li gor vîyana wan nîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku rewşa Iraqê cuda ye ji qonaxa berî destpêkirina xwenîşandanên 1ê Cotmehê û niha rewşek din heye ku êdî rewş navegerê qonaxa berê.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz jî kir, Iraqî di nav xwe de gengeşeya arîşeyan bikin û hewil bidin wan arîşeyan çareser bikin.
Li ser rola Herêma Kurdistanê jî Barzanî got, di nav vê rewşê de, ew kar dikin bo asayîkirina rewşê û li gel Bexdayê li ser xîçêye bo çareserkirina arêşeyan.
Derbarê hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pirsa gefên terorê li Iraqê cidî ye û li sala 2014an li ser daxwaza Bexdayê ev hêz hatîne Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got, “Erkê hêzên Amerîkayê rahênane bi hêzên Iraqî û hevkarî kirine di şerê dijî DAIŞê de û ji ber vê jî hebûna wan bi me baş e û em pêwîst dizanin hêzên Amerîkayê li Iraqê bimîne. Ewa ku perlamena Iraqê kiriye, bi nerîna me ne karekî durust bû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin