Fraksiyonên Parlamentoya Iraqê li ser yasaya keç û jinên Êzidî gihistin rêkeftinê

Fraksiyonên Parlamentoya Iraqê li ser yasaya keç û jinên Êzidî gihistin rêkeftinê

PeyamaKurd –  Li ser dariştina yasaya gorên bikomî û yasaya keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, Fraksiyonên Encûmena Nûneran a Iraqê gihiştin rêkeftinê.

Li gor Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) Hesen Keibî diyar kir, fraksiyonên Parlamentoyê, li ser dariştina yasaya gorên bikomî û yasaya keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne lihev kirine û di dema bê de her du yasa bên pesendkirin.

Ev daxuyaniya Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran di çarçova ahengekê de hat ku Komîteya Malbatan a Parlamentoyê bi hevkariya ligel çend rêxistinên nehikumî ji bo rêzgirtin li keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne bi rêk xistibû.

Di dema dagîrkirina Şengalê ya di Havîna sala 2014an de, DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzîdî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji Êzîdiyan hatin kuştin û desteserkirin û sedhezaran jî koçber û derbider bûn.

Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina yasaya keç û jinên rizgarbûyên Êzidî kar dike û di projeyasayê de tawanên li dijî Êzidiyan weke 'jenosîd' tê dîtin û tê gotin ku divê çi "lêborînên giştî yan taybet" tawanbarên vê jenosîdê li xwe negire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin