Hêzên Amerîkî li herêmên petrolê yên Rojava dewriye gerandin

Hêzên Amerîkî li herêmên petrolê yên Rojava dewriye gerandin

PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê li kêlgehên petrol û gazê yên Rojavayê Kurdistanê dewriyeyeke çavdêriyê gerandin.

Hat zanîn ku îro 12ê Mijdarê hêzeke Amerîkî ku ji 4 zirpoş, 4 tankên Bradley û 2 helîkopteran pêk dihat li derdora bajarokê Rimelanê gereke çavdêriya leşkerî pêk anîn.

Gera çavdêriyê ji baregeha hêzên Amerîkî ya li Rimêlanê dest pê kir û berê xwe da navenda Gir Zîro ya petrol û gazê û gerê li kêlgehên petrol û gazê berdewam kir.

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna ji Sûriyê dabû, hêzek ji bo parastina petrolê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola HSDê hiştibû û soza parastina wan herêman ji aliyê Amerîkayê ve hatibû dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin