Li Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bihêz çêbû

Li Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd – Di navbera bajarên Kirmaşan û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê de, erdhejeke bihêz a bi pileya 4,8an rû da.

Hat ragihandin ku navenda erdhejê nêzîkî qezaya Serpêl Zehawê ye, kûrahîya wê 10 kîlometre ji erdzemînê dûr e û li gorî dema Îranê li demjimêr 14:39an rû daye.

Li gorî zanyariyan navenda erdhejê 10 kîlometran dûrî qezaya Serpêl Zehaw, 26 km dûrî Qesrî Şîrîn û 27 km dûrî Gîlanxerbê ya parêzgeha Kirmaşanê ye.

Hat eşkerekirin ku erdhej 117 km dûrî navenda bajarê Kirmaşanê û 99 km jî dûrî navenda parêzgeha Îlamê ye.

Derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyariyên zelal nehatine. Li gorî ragihandina rayedarên Îranê heta niha ti ziyanek çênebûye, lê tirs û panîk li ser xelkê çêbûye ku daketina kolanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin