PeyamaKurd – Li Stenbolê, 35 kes bi tohmeta endambûna DAIŞê û hewldana “êrişên terorî” hatin desteserkirin.
Tîmên Odeya Dijeterorê ya girêdayî Rêveberiya Polîsê Stenbolê, serê sibeha îro, ji bo girtina hejmarek kesên biyanî bi tohmeta endambûna DAIŞê û “hewldanan êrişên terorî” di sersalê de, dest bi operasyonekê kir.
Di operasyona hevdem de, li 14 navçeyên Stenbolê hezên ewlehiyê girtin ser 34 navnîşanan û di encama wê operasyonê de, 35 gumanbar hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Giştî ya Polîsê Stenbolê hatin şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin