Wezareta Xwandina Bilind: Sala xwandinê ya 2019-2020an xilas bû

Wezareta Xwandina Bilind: Sala xwandinê ya 2019-2020an xilas bû

PeyamaKurd - Wezareta Xwandina Bilind ya Herêma Kurdistanê, sala xwandinê ya 2019-2020an xilas kir û ragihand, tevahiya xwandekaran dê li ser esasê notên xwe yên serdema borî bên nirxandin.

Nêzîkî du meh û nîv e ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) û plana hikûmeta Kurdistanê bo rûbirûbûna wê vîrusê, xwendin û perwerde li Başûrê Kurdistanê hatine sekinandin.

Ji ber wê jî çend roj berê Wezareta Perwerde ya Kurdistanê sala perwerdeyê ya 2019-2020an xilas kir.

Wezareta Xwandina Bilind jî biryar da sala îsal ya xwandinê xilas bibe û ragihand, ew xwandekarên ku di nîva yekem ya salê de qebûl bûne dê heman notên wan bo nîva duyem jî were hesibandin û qebûlkirin.

Yên ku qebûl nebûne jî dê rêveberiya peymangeh û zankoyan li ser qedera wan biryar bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin