PeyamaKurd – Encûmena Nûneran a Amerîkayê, reşnivîsa cezakirina Tirkiyê bi sedema kirîna S-400ên Rûsî pesend kir.
Encûmena Nûnerên Amerîkayê rêşnivîsa bi navê Yasaya Desthiltdarkirina Berevaniya Niştimanî ku hejmarek cezayên li dijî Tirkiyê li hemberî kirîna sîstema moşekî S-400an tê de cî digire bi piraniya dengan pesend kir.
Rêşnivîsa Yasaya Desthiltdarkirina Berevaniya Niştimanî bi 335 dengên erê û 78 dengên na ji aliyê Encûmena Nûnerên Amerîkayê ve hat qebûlkirin.
Li gor nûçeya BBCê eger di senatoyê de rêjaya dengan ji sêyê du paran zêde be, mafê Serokê Amerîkayê nîne projeyasa veto bike û çav li rê ye di Senatoya Amerîkayê de jî dengdan bê kirin.
Heger senato jî bi rêjeya zêdetirî sê parên dengan biryarê pesend bike, wê Serokê Amerîkayê Donald Trump nikaribe veto bike.
Li gorî yasaya cezakirinê divê ji nav 12 dorpêçên bo Tirkiyê hatine amadekirin, herî kêm 5 werin hilbijartin û sepandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin