PeyamaKurd - Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz diyar kir, ji bo vekirina deriyê nû di demeke nêz da ziyretên heyetan ên herdu aliyan wê dest pê bikin û wiha dewam kir: "Geşedanên (referandûm) li bakur (Herêma Kurdistan) ev nîşanî me da; Divê Tirkiye û Iraq qîma xwe bi deriyekî tenê neynin."
Yildiz li ser Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku tê payîn li Bexdayê were vekirin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku deriyê sînor ê nû wê ji aliyê bazirganiya ku bi Iraqê ra tê kirin va girîng be.
Balyoz Yildiz wiha got:
"Di nav mijarên ku em herî zêde girîngiyê didinê da kifşkirina statuya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) û bi rêvebiriya Bexdayê va girêdan e. Heke ku ev bibe, em ê jî di mijara baca gumrikê ya cot da derbasî qonaxeke girîng bibin. Di vê mijarê da (cot gumrik) derbasbûna qonaxeke nû divê me di mijara deriyê duyemîn da nexe rehawetê. Divê mijara deriyê duyemîn êdî Iraq û Tirkiye hel bikin."
- "Ziyaretên heyeta teknîkî wê dest pê bikin"
Balyoz Yildiz diyar kir ku der heqê Deriyê Sînor ê Ovakoyê da di demeke nêz da ziyaretên heyetên teknîkî ên herdu aliyan wê dest pê bikin û wiha dewam kir: "Lê belê der heqê statuya herêma hemberî Ovakoya ku em plan dikin da hevdîtinên Bexda û Hewlêrê dewam dikin."
Yildiz got, "Piştî ku Iraqê li ser derî biryara xwe eşkere bike û pê va, ji Fîşxabûrê heta Bexdayê rêyeke 570 kîlomêtreyî heye, ew jî Tirkiye û Bexdayê bi hev va girê dide. Ev jî wê bi derî ra vebe" û wiha dewam kir:
"Ev pir girîng e û her dizane ku tê çi meneyê. Divê em ji bo vê demildest hereket bikin. Geşedanên (referandûm) li bakur (Herêma Kurdistan) ev nîşanî me da; Divê Tirkiye û Iraq qîma xwe bi deriyekî tenê neynin."
- Têkiliyên bazirganiyê yên bi Iraqê ra
Balyoz Yilmaz li ser têkiliyên bazirganiyê yên bi Iraqê ra jî sekinî û got ku sala 2017an pir baş derbas bû, hecma bazirganiyê piştî demeke dirêj şûnda ji 10 milyon dolarî zêdetir bû.
Yildiz destnîşan kir ku di salên 2012 û 2013an da serkeftinên mezin hatin bidestxistin û ji bo ku ev cardin werin bidestxistin ew hewl didin û wiha dewam kir:
"Em ji bo ku cardin derkevin asta serkftinên 2012-2013an bi biryardarî pêş dikevin. 2017 ji bo Iraqê dijwar bû, lê saleke ku tê da xeberên baş jî hebûn bû. Him ji terora DAIŞê filitî him jî hewildanên serxwebûna bakur bêencam hat hiştin. Ev ji bo wê baş derbas bû. Him DAIŞê him geşedanên bakur tesîr li ser bazirganiya me kir. Bi xurtbûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê va bazirganî wê asantir bibe. Bi asanbûna bazirganiyê va jî ji karsazên Tirk re qadeke berfirehtir wê vebe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin