PeyamaKurd – Rêveberê Balafirgeha Navdeweletî ya Hewlêrê Talar Faîq ragihand ku yekem seferên di navbera bajarê Dusseldorf ê Almanya û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dest pê kirin.
Talar Faîq ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku dê niha hefteyê du sefer di navbera Hewlêr – Dusseldorfê de bêne kirin.
Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê herwiha da zanîn ku niha ji Balafirgeha Hewlêrê 56 sefer têne kirin ku piraniya wan seferên navdewletî ne û ew li bendê ne seferên bo welatên din bên zêdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin