Pompeo: Em difikirin ku encameke Tirk û Kurd…

Pompeo: Em difikirin ku encameke Tirk û Kurd…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mik Pompeo li ser mijara Kurdên Sûriyê ragihand ku divê derbarê Kurdan de gelek hûrgilî werin axaftin. Pompeo diyar kir ku ew difikirin li Sûriyê encameke hem mertirsiyên Tirkiyê ji holê rake, hem jî Kurd bên parastin bi dest bixin.

Mike Pompeo destnîşan kir ku pêwîste derbarê Kurdan de gelek hûrgilî bên axaftin û got, “Em li Rojhilata Navîn mayînde ne. Em ji hevpeymanên xwe re jî dibêjin ku em ji herêmê venakişin.”

Pompeo li ser vekişîna ji Sûriyê û metirsiyên Tirkiyê wiha axivî: “Gelek hûrgiliyên ku em bi Tirkiyê re li ser bixebitin hene. Hêvîdarim encameke baş derkeve. Em difikirin encameke ku metirsiyên Tirkiyê ji holê rake û Kurd jî bên parastin bi dest bixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin