PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden, di 25ê Hezîranê de li Washington, bi Serokê Afganîstanê Eşref Ganî û bi Serokê Civata Bilind a Lihevhatina Niştimanî ya Afganistanê Abdullah Abdullah re dicive.
Qesra Spî do Yeşemê diyar kir: "Serdana Serok Ganî û Dr. Abdullah, dê hevkariya domdar ya di navbera Amerîka û Afganistanê de diyar bike, dema ku paşvekişîna leşkerî berdewam dike."
Civîn ew ê di demeke gelek girîng de pêk bê; dema ku şerê di navbera hêzên ewlehiya Afganî û milîtanên Talîban de zêde bû, ji ber ku Biden di Nîsanê de ragihandibû ku tevahiya hêzên Amerîkî yên li Afganistanê dê berîya 11ê Îlonê bêne vekişandin.
Qesra Spî di berdewamiyê de da zanîn, Washington li ser soza xwe ya piştvaniya ji bo gelê Afganî, bi pêşkêşkirina alîkariyên dîplomasî, aborî û mirovahî ye.
Qesra Spî destnîşan kir: "Amerîka ew ê bi Hikûmeta Afganistanê re di peywendiyê de bimîne, da ku piştrast bikin welat carek din ji bo komên terorîst yên ku ji bo axa Amerîka nebe xetere, nebe penageheke ewledar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin