PeyamaKurd – Doh 7ê Gulanê serokatiya rejîma Sûriyê ragihandibû ku Serokê Sûriyê Beşar Esed, hilbijartinên Meclîsa Gel ango Parlementoya Sûriye cara duyem bipaş xistiye ku biryar bû di meha Nîsanê de werin encamdan.
Wekî sedema Egera bipaşxistina hilbijartinan jî belavbûna vîrusa koronayê hatiye nîşandan ku tê gotin, sedema bipaşxistina hilbijartinan alozî û pirsgirêkên di navbera aliyên rêveberiya rejîma Sûriyê bixwe ne.
Wekî tê zanîn ev demek e rejîma Esed li dijî kompaniyên kurxalê xwe yê milyarder Ramî Mexlûf ku sermiyandarê herî mezin ê rejîmê ye şerek daye destpêkirin ku gelek berpirsên kompaniyên wî hatine girtin ji aliyê hêzên rêveberiya Esed ve.
Li gorî pisporên siyasî yên rewşa Sûriyê û deshita Esed ji nêzîk ve dişopînin, Esed bi mebesta ku nakokî û aloziya navxweyî berteref bike, dem û wext ji xwe re peyde bike hilbijartinên parlamentoyê bipaş xistin.
Nûnerê Amerîka yê Sûriyê di Hevpeymaniya Navdewletî de James Jeffrey jî di civîneke li Washingtonê de, vê mijarê tîne ziman û dibêje, "Nakokiya di navbera serokê Sûriyê Beşar Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de girîng e, ji ber ku Mexlûf aboriya Sûriyê serwer dike û heta aboriya fermî jî serwer dike. Mexlûf zêde nêzî Esed e û ji beriya 50 salî ve tehekkumê di Sûriyê de dike.”
Herwiha Rûsya jî van demên dawî rexneyan li rêveberiya Esed dike ku li gorî şîretên wan tevnagere, lê li aliyekî jî di bin bandora Îranê de asê maye ku nikare nakokiyên nav rêveberiya xwe jî çareser bike.
Li gorî Jeffrey Amerîka û Îsraîl dixwazin Îranê ji nav erda Sûriyê dûr bixin û piştre proseya çareseriya siyasî bidin destpêkirin.
Di nirxandinên vê dawiyê de bi taybet tê diyarkirin ku pêşeroja Esed ne zelal e û li gorî nûçe û îdiayên vê dawî li medya cîhanê belav dibin, li pişt deriyan Amerîka û Rûsya li ber lihevkirinekê ne ku Sûriyeyeke nû ya bêyî Esed ava bikin û Îranê jî ji Sûriye derxin.
Dîsa ji aliyê aborî ve Sûriye ketiye rewşeke gelekî xirab ku eşkerebûna nakokiyên Esed û kurxalê wî jî nîşaneya berçav in ku Esed dixwaze dest deyne ser dahatên kompaniyên Ramî Mexlûf.
Di vê rewşa ku ji şerê 2011an ve Esed bi şerekî navxweyî re mijul e de, cara yekem nakokiyên navxweyî pêşeroja Esed dixe metirsiyeke mezin ku êdî kesên nêzîkî wî jî hêviya xwe jê dibirin.
Ji ber vê jî ji bo Esed bikaribe hinekî din demê ji xwe re çêbike ango temenê deshilata xwe dirêj bike, cara duyemîn e hilbijartinan bipaş dixe.
Helbet heger hilbijartin bihatana encamdan jî bêyî beşdarî û biryara Neteweyên Yekbûyî û aliyên pêwendîdarên Sûriyê, ne mimkun bû dahatûya Sûriya nû diyar bikin û ji aliyê hemû beşên civakê û opozîsyonê ve bên qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin