Hewramî: Parlemento ne di destê tu kes û partiyekê de ye

Hewramî: Parlemento ne di destê tu kes û partiyekê de ye

PeyamaKurd – Li gor Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê ragihand, di 26ê Tîrmehê de, parlemento wê dest bi civînên xwe bike û parlemento ne di destê tu kes û partiyekê de ye.

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, civînên parlementoya Kurdistanê dê roja 26 vê mehê dest pê bikin.

Herwiha Hêmin Hewramî li ser destpêkirina cîvînên parlementoyê got, parlemento ne milkê PDKê, ne milkê YNKê û ne jî yê Gorranê ye. Parlemento ne di destê tu kes û partiyekê de ye. Ji ber wê jî tu kes nikare pêşiya civînên parlementoyê bigre.

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê da zanîn, bi destpêkirina civînên parlementoyê re çend wezîrên hikûmetê tevlî civînan dibin û bersiva pirsên parlementeran didin.

Tê gotin YNKê civînên parlementoya Kurdistanê baykot kiriye lê nayê zanîn çima boykot kiriye.

           

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin