Hevserokê Saredariya Mexmûrê Pîranî: Tirkiyê kampa penaberan bombebaran kir

Hevserokê Saredariya Mexmûrê Pîranî: Tirkiyê kampa penaberan bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên Şerî yên Tirkiyê (TSK) deverên Qendîl, Şingal, Zap, Avaşîn, Basyan û Xakurkê bombebaran kirine û di encamê de 3 şervanên YPŞ birîndar bûne Lê Hevserokê Şaredariya Mexmurê Bedran Pîranî dibêje Tirkiyê kampa penaberan bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyên berdest, duh bi şev 26 balafirên şerî yên Tirkiyê derbasî xaka Herêma Kurdistanê bûne û deverên wekî Şingal, Zap, Avaşîn, Basyan û Xakurkê bombebaran kirine. Li gorî agahiyên, bombebarana Şingalê 45 xulekan dewam kiriye û di encamê de 3 Şervanên Parastina Şingalê (YPŞ) birîndar bûne.

Hevserokê Şaredariya Mexmurê Bedran Pîranî: Kampa Penaberan hat bombebarankirin

Hevserokê Şaredariya Mexmurê Bedran Pîranî ragihand ku balafirên şerî yên Tirkiyê Kampa Penaberan armanc kiriye û di bombebaranê de ziyanên canî çênebûne lê zirar û ziyanên madî çêbûne.

‘Tirkiye kampa penaberan bombebaran dike lê deng ji kesî dernayê’

Pîranî, “Di bombebaranê de kampa penaberan hat armanckirin. Bombe 100 metreyî nêzîkî ketin û vê yekê li cem xelkê tirs û fikar çêkirin. Hindek zarok ji ber tirsa bombebaranê rakirin nexweşxaneyê. Cîhê daxê û nîgeraniyê ye ku Tirkiyê ji devereke bi kîlometreyan dûr tê, xak û serweriya Iraqê derbas dike û kampa penaberan bombebaran dike lê deng ji kesî dernayê.”

Qaymeqamê Şingalê ‘Derbarê ziyanên canî yên PKKê de zanyariyek nehatiye bidestxistin’

Ji aliyê din ve  Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî ragihand ku Tirkiyê Şingal bombebran kiriye û got, “Balefirên şerî yên Tirkiyê heta sibehê li çiyayê Şingalê li deverên Çil Mêra, Kersî, Barî û çend cîheke din ên ser bi qeza Şingalê bombebaran kirin.’’

Mehma Xelîl, “Heta niha derbarê ziyanên canî yên PKKê de ti zanyariyek berdest tine û ew bombebarana li sînorê çiyayê Şingalê tirs û xofeke mezin nav xelkê sivîlên niştecîhên çiyayê Şingalê de çêkiriye.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin