PeyamaKurd – Parêzgar û qeyûmê ser şaredariya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Mehmet Emîn Bîlmez ragihand ku bi sedema zêdebûna nexweşên koronayê serdana nexweşan bi giştî li bajêr qedexe kiriye.
Parêzgarê Wanê diyar kir ku li bajên çend rojên dawî hejmara kesên temenê wan bi ser 60 û 70yî de serdana nexweşxaneyan kirine û testên wan ên Covid-19 pozîtîf derketine zêde bûne.
Bîlmez da xuyakirin ku ji ber zêdebûna xeteriyê li ser wê koma temenê wan bi ser 60î de ku li nexweşxaneyan hatine razandin, wan serdana nexweşxan qedexe kiriye.
Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Wanê niha 100 nexweşên koronayê li nexweşxaneyan têne dermankirin, 35 ji nexweşan li malên xwe ne, 13 kes di beşa hûrlênêrînê de ne û rewşa 5 kesan jî giran e.
Herwiha da zanîn ku heta niha 1270 nexweşên koronayê jî li seranserê bajêr baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin