PeyamaKurd - 46 endamên Parlamentoya Ewropayê, nameyeke hevbeş aresteyî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin û nerazîbûnên xwe li hemberî danîna qeyûman bo ser şaredariyan nîşan dan.
Li Parlamentoya Ewropayê (PE), 46 parlamenterên endamên fraksiyonên cuda, nameyeke hevpar aresteyî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin. Wan endamên Parlamentoya Ewropayê, di wê nameyê de nerazîbûnên xwe li hemberî danîna qeyûman bo şaredariyên bajarên Kurdan nîşan dan.
Parlementeran di nameya xwe de gotine ew di derbarê pêşhatên dawîn ên li Tirkiyê nîgeran in û ji ber hindê pêwîstî bi nivîsandina vê nameyê kirine û diyar kirine, “Hilbijartinên azad û serbixwe, prensîba sereke ya demokrasiya modern e. Niha bi hincetan, encamên hilbijartinê yên li her sê bajaran nayên naskirin. Lê Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan, ku ji kar hatine dûrxistin, di hilbijartinê de bi ferqeke mezin bi ser ketin. Divê encama ji sindoqan derketiye bê naskirin û cîbicîkirin.”
Biryara derbarê Seroka Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê, Canan Kaftancioglu, ku ji aliyê dadgehê ve 9 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn jî di nameya wan parlamenteran de cihê xwe girt û rexne li wê biryarê hat girtin.
Di nameyê de danîna qeyûman, girtina siyasetmedaran û parlamenteran li Tirkiyê hatiye bibîrxistin û hatiye gotin, “Em weke parlamenterên ji fraksiyonên cuda, li kêleka demokrasî û mafên mirovan in û em radigihînin ku em li gel hempîşeyên xwe yên li Tirkiyê, di nav hevkariyê de ne. Daxwaza me ji hikûmeta Tirkiyê ew e ku êrişên li dijî endamên HDPê û CHPê bi dawî bîne, encamên hilbijrtina xwecihî nas bike û êrişên li ser opozîsyonê bi dawî bike.”
Di nav wan 46 parlamenterên ku name ji Erdogan re şandine de, Endama Fraksiyona Sosyalîst û Demokrat ku di heman demê de raportora Parlamentoya Ewropayê ya bo Tirkiyê ye, Hevserokên Fraksiyona Çepa Yekgirtî ya Ewropayê û Keskên Bakûr Martin Schirdewan û Manun Aubry, endama wê fraksîyonê, Ozlem Alev Demîrel, Endamê Tifaqa Demokrat û Lîberalan a Ewropayê Bernard Guetta, Endamê Fraksiyona Keskan û Tifaqa Azad a Ewropayê Terry Reintke, Endamê Fraksiyona Partiya Gel a Ewropayê Michaela Sojdrova jî cih digirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin