Wezîrê Amerîkî: ‘Em ê derziya korona pistî Amerîkayê bidin welatên din’

Wezîrê Amerîkî: ‘Em ê derziya korona pistî Amerîkayê bidin welatên din’

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Amerîkayê Alex Azar, ragihand ku ew derzî yan jî dermanê koronayê piştî dabînkirina pêdiviya Amerîkayê, li welatên din jî bi awayekî adil belav bikin.

Alex Azar, di serdana xwe ya welatê Taywanê de, ji rojnamevanan re da xuyakirin ku niha zêdetirî 200 namzedên derziya koronayê hene ku ji wan 20 proje gihîştine asta klînîkê û got, “Helbet pêşî em dixwazin bi pesendkirina Saziya Xurek û Dermanan (FDA) re, derzî û dermanê bi bandor bi awayekî ewle pêş bixin û ji bo pêşwazîkirina pêwîstiya Amerîkayê hilbijerîna wê bikin.”

Azar piştre jî diyar kir ku bi şêwra civaka navdewletî û dabeşkirina dadwerane, welatên din jî wê bikarin wan berhemên wan bikar bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin