PeyamaKurd – Hat ragihandin ku enqaza balafira cûreya AN-26 a rûsî ya winda bûbû hatiye dîtin û ti kes ji nav balafirê rizgar nebûye.
Çavkaniyên rûsî ragihandine ku hatiye tesbîtkirin enqaza balafirê li rojhilatê Rûsyayê hatiye dîtin. Hat îdiakirin ku enqaz 4 kîlometran dûrî gundê Palanayê hatiye dîtin.
Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê jî ragihandiye ku ji balafira AN-26 a ketiye xwarê ti kes rizgar nebûye ku berê hatibû gotin, 28 kes tê de bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin