PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas ragihand ku li ser duem car şandina keştiya Tirkiye ya bi navê Oruç Reis bo Derya Sipî, plana seredana xwe ya bo Tirkiyê betal kir. Maas weha got:
“Me derfetên baweriyê çêkiribû lê bi şandina keştiya Oruç Reis ya Tirkiyê bo Derya Sipî, bi awayeka ji dil zerarê da wê atmosfera baweriyê. Ji ber wê min plana seredana xwe ya bo Tirkiyê betal kir.”
Almanya, di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de li ser Derya Sipî navbeynkarî dikir. Maas plan kiribû ku li Ankarayê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re hevdîtin bike û ji Tirkiyê here Atînayê û Lefkoşeyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin