Jan Dost wek nûnerê 'Kurdistanê' bo festîvala Makedonyayê hat vexwendin

Jan Dost wek nûnerê 'Kurdistanê' bo festîvala Makedonyayê hat vexwendin

PeyamaKurd – Helbestkar û romanûsê Kurd, Jan Dost wekî nûnerê Kurdistanê beşdarî festîvala navnetewî ya helbestê  “Ditet e Naimit” (Rojên Naim Fraşeri) ya li Makedonyayê bû.

Navê helbestkar û romanûsê Kurd Jan Dost di broşura festîvala navnetewî ya helbestê  “Ditet e Naimit” (Rojên Naim Fraşeri) ya li Makedonyayê wekî nûnerê welatê Kurdistanê hat nivîsandin.

Di jiyannameyên broşura festîvalê de, li bin navê Jan Dost îfadeya “Nûnerê Kurdistanê/Almanyayê” hat nivîsandin.

‘Ez dê Kurdistanê Temsîl bikim’

Jan Dost derbarê festîvalê de li ser hesabê xwe yê tora civakî Instagramê postek parve kir û tê de ragihand ku ew dê wekî nûnerê Kurdistanê beşdarî festîvala helbestê ya cîhanî bibe ku li Makedonya û Albanyayê birêve çû.

Festîval di navbera 17 û 21ê Cotmehê li Kalkandelen û Goriceyê birêve çû

Jan Dost kî ye?

Di sala 1965an de li Kobaniyê ya li Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Li Helebê xwendiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî û dinivîse. Helbestên Jan Dost bi navê “Dîwana Jan” çap bûne. Dost, herweha romanan dinivîse, wergeran dike û lêkolînan li ser ziman û edebiyata Kurdî dike.

Hinek berhemên wî yên çapkirî ev in: Dîwana Jan, Kela Dimdimê, Mem û Zîn, Mijabad, Sê Gav û Sê Darek, Mîrname, Ferhenga Kurdistanî, Ferhenga Hemîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Xwîna Li ser Minareyê, Pîrwerger û Kobanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin