PeyamaKurd - Hunermendên Rojavayê Kurdistanê vîdeoklîbek bi navê ‘Nazê Nêrgîza Hewşê’ belav kir û ku stran bi şêweya “capellayê” hatiye gotin ku di vê cureyê de tenê dengen mirovan hene.
Gotinên strana nû ya Nazê Nêrgiza Hewşê ji aliyê Şervan Badinî ve hatiye nivîsîn û Mehmûd Berazî muzîka wê amade kir û Şêro Hindê jî derhêneriya klîbê kiriye.
Muzîkjenên di klîbê de bi cil û bergên resen yên Kurdî tên xuyakirin û ji aliyê bikarhînerên medya civakî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û gelek kesan parve kir.
Nazê Nêrgiza Hewşê / Mehmûd Berazî û Hunergeha Welat
— Xwebûn? (@__pezkovi) May 22, 2020
Ji Rojavayê Kurdistanê xebatek serkeftî.. pic.twitter.com/AypDkodJUH
Strana Nazê Nêrgiza Hewşê bi şêweya “capellayê” hatiye gotin ku di vê cureyê de tenê dengen mirovan hene.
Vîdeoklîp ji aliyê gelek bikarhînerên medya civakî ve hat parvekirin û gelek şîrove derbarê klîbê de hatin kirin.Huner heye, hunermend hene û @HunergehaWelat heye:)
— Zekî Ozmen (@Zeki_Ozmen1) May 22, 2020
?Tevahiya vê strana bi şêweya beatboxing û klîpa muhteşem: https://t.co/R6Yvu6VCvB pic.twitter.com/6OlP1Pb2qE
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin