PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo sersala nû ya koçî, peyamek belav kir û mislimanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya sala nû ya koçî, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî mislimanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku sala nû, bibe sala xêr û xweşî û xweşguzeranî û seqamgîrbûna aştî û aramî û bidawîbûna pandemiya Koronayê li cîhan û herêmê. Ez hêvî dikim ku hûn rênimayên tendirustî û rêkarên xweparêziya ji Koronayê li ber çavan bigrin û xwe biparêzin.
Ev boneya pîroz a hîcreta Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên Xweda li ser bin), me han dide li ser pêşvebirina zêdetir a ruhê lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.
Sala nû ya koçî pîroz be û gelê Kurdistanê û mirovahî parastî û bi sihet bin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin