PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîka ceza danî ser mîlîşyayên Esayîb Ehlul Heq a Iraqî û Hizbullaha Iraqî û Libnanî.
Wezareta Karên Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê diyar kir, “Mîlîşyayên hatine cezakirin, biryara qedexekirina biçekkirinê ya taybet li ser Îran, Sûriye û Koryaya Bakur binpê kirine.”
Wezareta Karên Derve ya Amerîka destnîşan kir, ev ceza du kompanyayên Sûrî yên ser bi Waêl Îsa û Eymen Sebax jî li xwe digire.
Ev di demekê de ye, di van du salên dawî de, mîlîşyayên Iraqê gelek êrîş li ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê kirine.
Sala borî jî Wezareta Gencîneya Amerîka, hejmarek mîlîşyayên Iraqê yên nêzîkî Îranê xistibûn lîsteya terorê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin