Iraqê 240 penaberên li Belarûs asê mabûn vegerandin

Iraqê 240 penaberên li Belarûs asê mabûn vegerandin

PeyamaKurd – Iraqê, 240 penaberên li Belarûs asê mabûn, vegerandin Iraqê.

Li gor zanyariyan, derengê şeva borî 10.08.2021ê ew penaber bi rêya balefirgeha bajarê Minsk a paytexta Belarûs ve ji Bexda re hatin vegerandin.

Derveyî wan 240 penaberane jî, bi heman balefirê ve termê hemwelatiyekî bi navê Cehfer Haris ji Iraqê re hate vegerandin ku li ser sînorê di navbera Belarûs û Lîtvanya de bu guleyên artêşa Lîtvanya ve hatibû kuştin.

Hêjayî bibîrxistine ye, berî niha Yekîtiya Ewropayê rexne li desthilatdarên Iraqê kiribûn ku di bin navê geştên komî de, penaberên Iraqî diçin Belarûs û ji wê derê ve bi qaçaxî derbasî Lîtvanyayê dibin.

Piştî wan rexneyên Yekîtiya Ewropayê desthilatdarên Iraqê geştên esmanî yên di navbera Bexda û paytexta Belarûs Mînskê ragirtibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin