Îstixbarata Amerîka hisyarî da: Wê li nêzîk Talîban paytext Kabûlê jî kontrol bike!

Îstixbarata Amerîka hisyarî da: Wê li nêzîk Talîban paytext Kabûlê jî kontrol bike!

PeyamaKurd – Pêşveçûna Talîbanê li Afganistanê ji dema vekişîna hêzên amerîkî û NATOyê ve bê navber berdewam dike.

Herî dawî hat ragihandin ku di nav 5 rojên dawî de 9 navendên wilayetên Afganistanê ketine bin kontrola Talîbanê.

Li ser vê pêşveçûnê Îstixbarata Amerîkayê hişyarî da û texmîn kir ku wê Talîban di navbera 30 yan jî 90 rojan de paytexta Afganistan Kabûlê jî bixe jêr kontrola xwe.

Çavkaniyên îstixbarata amerîkî ji rojnameya Washington Postê re dane xuyakirin ku wan di meha Hezîranê de eşkere kiriye ku wê Kabûl di nav 6-12 mehan de bikeve û li gorî hesabên wan ên niha jî îhtimal heye di navbera 30-90 rojan de Talîban Kabûlê kontrol bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorê peymana navbera Amerîka û Talîbanê ya Dohayê 11ê Îlona 2021ê roja dawî ya vekişînê bû û Talîbanê jî soz dabû heta wê demê êrîşî navendên ti wilayetan neke, lê belê Talîbanê piştî êrîşa asmanî ya hefteya borî êrîşên ser navendên wilayetan zêde kirin û heta niha 9 navendên wilayetan xistin kontrola xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin