PeyamaKurd – Wênekêşê Kurd Yûnis Mihemed, di pêşbirka wênekêşiyê ya navneteweyî li Moskowê de, bi albuma xwe ya "Birînên Vekirî", ku ji wêneyên Pêşmergeyên di şerê DAIŞê de birîndar bûne pêk tê, di beşa Editoreal/Conflict Categori de pileya yekem bi dest xist û Madalya Zêrîn sitend.
Wêneyên Yûnis Mihemed, di Pêşbirka Wêneyên Navnetewî ya Moskowê (Moscow Interinational Photo Awards), di beşa Editoreal/Conflict Categori de, pileya yekem bi dest xist.
Yûnis Mihemed daye zanîn, ew bi albuma xwe ya bi navê "Birînên Vekirî" ku ji 7 wêneyên Pêşmergeyên di şerê dijî DAIŞê de birîndar bûne pêk tê, beşdarî pêşbirkê bûye û got: "Ev wêne beşek in ji projeyekê ku têkoşîna Pêşmerge ya li dijî DAIŞê belge dike."
Mihemed destnîşan kiriye, ew bûye şahidhalê gelek çîrokên bi lehengî yên Pêşmerge û got: "Pêşmergeyên ku çek rakirine, ne ji ber ku mecbûr bûn, lê ji ber ku ya rast ev bû û ya ku divê were kirin ew bû beşdarî wî şerî bûn. Mixabin, êşa wan piştî ku ew vegeriyan malê jî bi dawî nebû. Hinek ji wan mecbûr in ku destên protez werbigirin. Di heman demê de pêwîstiya wan bi alîkariya timî heye.”
Wênekêşê Kurd eşkere kiriye, îsal bi wêneyên ku tomar kirine beşdarî pêşbirkên li Amerîka, Awistralya, Koreya Başûr, Xirvatistan, Îtalya, Swîsre, Portekîz, Yûna, Îspanya û Gurcistanê hatin kirin bû.
Herwiha Yûnis Mihemed diyar kiriye, ew dê îsal beşdarî pêşbirkên din bibe û ew li bendê ye ku wêneyên wî bêtir xelatan werbigire.
Yûnis Mihemed di sala 1968an de li Duhokê ji dayik bûye. Ji sala 2012an vir ve wêneyan dikişîne. Wêneyên ku ji aliyê wî ve hatine kişandin heya niha di pêşbirk û kategoriyên cûda de 20 xelat wergirtine. Wêneyên wî di gelek pêşangehên navneteweyî de jî hatin pêşandan. Ew niha li Hewlêrê dijî û wek rojnamevanekî serbixwe dixebite.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin