Resnivîsa Estonya û Norwecê: Îmarata Afganistanê ya Îslamî nayê naskirin

Resnivîsa Estonya û Norwecê: Îmarata Afganistanê ya Îslamî nayê naskirin

PeyamaKurd –  Encûmena Asayîşa Navdewletî dixwaze reşnivîsa biryareke ku tê de Tevgera Talîbanê hatiye şermezarkirin û gefa wê yekê lê tê xwarin ku ceza bi ser tevgerê de werin sepandin gotûbêj bike.

Estonya û Norwecê reşnivîsek pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kirine ku ji 15 welatan pêk tê. Di reşnivîsê de hatiye diyarkirin; Îmarata Afganistanê ya Îslamî nayê naskirin û rê nayê dayîn ku ew îmarata Îslamî vegere.

Herwiha hatiye diyarkirin, Encûmena Asayîşa Navdewletî êrîşên Tevgera Talîbanê şermezar dike û encûmen amade ye cezayên zêdetir bi ser berpirsên Talîbanê de bisepîne.

Ev hewldana Norwec û Estonyayê piştî wê yekê hat, ku duh Kabulê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî daxwaz kir ku li ser rewşa Afganistanê bicive.

Herwiha do Amerîkayê dest bi valakirina balyozxaneya xwe ya li Kabulê kir û hikûmet hest bi nemana piştevaniya Amerîka û welatên rojava dike li hember êrîşên Talîbanê, ku heta niha %85ê axa Afganistanê kontrol kiriye.

Îro jî Tevgera Talîbanê destnîşan kir, wîlayetên Hîrat, Qendehar, Helmend û Badgîsê kontrol kirine.

Amerîka û Brîtanyayê eşkere kir, ji bo derxistina karmendên balyozxaneyên xwe yên li Kabulê, dê bi hezaran serbaz bişînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin