Elî Xamineyî: Niha Korona qeyrana mezin a Îranê ye

Elî Xamineyî: Niha Korona qeyrana mezin a Îranê ye

PeyamaKurd –  Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di derbarê rewşa dawî ya Koronayê de diyar kir, niha Korona qeyrana mezin a Îranê ye, hejmara pêketin û mirinan gelek zêde bûye, di rojekê de 500 malbat taziye radigihînin.

Îran çend hefte ye bi berfirehî di nav pêla pêncem a belavbûna vîrusa Koronayê de ye, li gor nêrîna rayedarên tendirustiyê, Îran di rewşa herî xerab de ye, rojane 500 kes ji ber bandorên vê vîrusê can didin.

Herwiha pisporên tendirustiyê yên Îranê, daxuyaniya Elî Xamineyî bi metirsîdar bi nav dikin û dibêjin ku rewş ji kontrolê derketiye.

Çalakvanekî warê mafên mirovan ê Îranê Reza Behzadî da zanîn; piştî rewş ji kontrolê derketiye, Xamineyî tê û vê yekê radigihîne, weke ku ew ne berpirsê van bûyeran e ku li Îranê diqewimin.

Reza Behzadî destnîşan dike; hemû nexweşxaneyên tedawiya nexweşên Koronayê tije bûne û sîstema tendirustiyê ya Îranê nikare vê rewşê kontrol bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin