PeyamaKurd – Balyozxaneya Tirkiye ya li Bexdayê, di derbarê êrîşên komên çekdar de, hişyarî da.
Îro roja Şemiyê 14.08.2021ê malpera RT ya Rûsyayê ji ser zarê çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê belav kiriye, Balyozxaneya Tirkiyê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye, bi awayekî lezgîn hêzên zêdetir ji bo balyozxaneyê bişîne.
Herwiha wê çavkanyê daye zanîn, balyozxaneya Tirkiyê ew zanyarî daye hikûmetê ku wê komên çekdar êrîşî balyozxaneyê bikin û balyozxaneyê navên wan koman eşkere nekiriye.
Balyozxanaye Tirkiyê, li Herêma Kesk a Bexdayê ye û herçend gelek hêzên ewlehiyê yên Iraqê li wê herêmê hebin jî, komên çekdar ên ser bi Heşdî Şeibî dikarin biçin nava wê herêmê û êrîşî balyozxaneya Amerîkayê bikin.
Ji ber nebûna şiyana parastinê ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Heşdî Şeibî, bi dehan komên çekdar kiryarên tendirustî pêk tînîn li gor berjewendî û armancên xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, rojane navendên hêzên hevpeymaniya navdewletî û karwanên hêzên hevpeymaniya navdewletî û balyozxaneya Amerîkayê dibin armancên wan komên çekdar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin