Sêwirmendê Serokê Afganistanê: 200 rayedarên dewletê ligel Esref Xenî reviyan

Sêwirmendê Serokê Afganistanê: 200 rayedarên dewletê ligel Esref Xenî reviyan

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Afganistanê Tariq Ferhadî ragihandiye ku 200 rayedarên berê yên Afganistanê ligel Eşref Xenî reviyane.

Tariq Ferhadî ragihand: “Piştî reva ji Afganistanê, Eşref Xenî bû yek ji serkirdeyên berê yê welatê me” û got: “Talîban niha rastiyek e û ev tevger welat birêve dibe. Divê serkirdeyên Talîbanê ji Dohayê vegerin, da ku berpirsyariya parastina asayîşa welat bigrin stûyê xwe.”

Roja Yekşemê, Eşref Xanî ragihandibû; di dema hatina çekdarên Talîbanê nav Koşka Serokatiyê de ji bo ku xwîn nerije ew reviyaye.

Herwiha li ser hesabê xwe yê facebookê Xenî gotibû; heger ew ji welat derneketa, canê bi milyonan nişteciyên Kabulê dê biketa metirsiyê.

Doh 15ê Tebaxê piştî ku çekdarên Tevgera Talîbanê ketin nav paytexta Afganistan Kabulê û Koşka Serokatiyê kontrol kirin, Serokê Dewletê Eşref Xenî ji welat derketibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin