Kurdistan | 21 wefat û 1938 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Kurdistan | 21 wefat û 1938 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên dawî yên rewşa vîrusa koronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ya îro Çarşemê, di 24 demjimêrên borî de 1938 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; ji 1938 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 356 kes li Hewlêrê, 566 kes li Silêmaniyê, 989 kes li Duhokê, 15 kes li Helebceyê, 56 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dane 1987 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyan bû 273311, heta niha 5119 kes bi koronayê mirine û 221311 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin