PeyamaKurd – Dezgeha lêkolînê METROPOLL, rapirsînek li ser awayê çareseriya ‘Pirsa Kurd’ li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye çêkir. Li gora encama rapirsînê, di civakê de ji % 95 çareseriya ‘Pirsa Kurd’ bi awayekî çekdarî nabînin, beşê ku çareseriyê çekdariyê de dibîne piranî endamên MHPê ne. Ji vî beşî ji MHP % 9.3 û ji HDPê %2.7 çareseriyê di şer de dibînin.
Bersivên di encamê de derketin wiha ne:
Encam:
Çareserî bi hêzkirina demokrasiyê û rewşa ekonomik de ye: % 35.5
Çareserî berdemkirina şer e: % 5.5
Divê ekonomi gelek bê hêzkirin:% 19.5
Divê biratiya Mislimanî bê pêşvebirin: % 22
Tu zanîna min tuneye û bersiv nedayîn: 17.4
Bêguman her rapirsîn li gora pirsên têne kirin hinek encaman derdixin holê. Lê ev rapirsîn bi awayekî dide nîşandan ku gelek aliyên siyasî wek pirsek netewî ya miletekî li pirsa Kurd nanerin. Tenê wek pirsek civakî li vê pirsê dinêrin û li gora wê jî bersiva pirsan didin. Ji bo vê yekê encama vê lêpirsînê girîng e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin