PeyamaKurd - Li navçeya Şemzînan a bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê 15ê Tebaxê agir bi daristanan ketibû û heta îro 20ê Tebaxê jî bêyî ti hewldaneke vemirandinê berdewam dikir.
Hat zanîn ku îro Înê şewata daristanê ku 15ê Tebaxê li Çiyayê Goman ê gundê Nêrkolê yê Şemzînana Colemêrgê derketibû bi xwe vemirîye û di encamê de jî bi hezaran dar şewitîne.
Li gorî zanyariyên gundiyên herêmê heta niha ji aliyê rayedaran ve xebatên cemidandinê nehatine kirin û dibe car din şewat dest pê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin