PeyamaKurd – Feylezofê Fransî Bernard-Henri Lévy, bi peyamekê piştevaniya xwe ji bo yek ji serkirdeyên berê yê Afganistanê Ehmed Mesûd re diyar kir.
Feylesofê Fransî Bernard-Henri Lévy, ku gelek caran li herêmên aloz û şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê tê dîtin, îro roja Şemiyê ji ser Twitterê wêneyê xwe û kurê Ehmed Şah Mesûd, Ehmed Mesûd ê li dijî Talîbanê dest bi serhildanê kiriye belav kir û wiha nivîsandiye: ‘‘Çima ez di wê baweriyê de me ku wê berxwedana Afganistanê bi Ehmed Mesûdê wêrek destpê bike? Ji ber ku, tahma azadiyê bi Mesûd re maye, ne tene kesekî rastgo ye, belkî cihê baweriyê û hêviya siberojekê ye ji bo Afganistan û Kabûlê.’’
Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûdê serkirdeyê berê yê Afganistanê ye ku di 09. 09. 2001ê de bi destê rêxistina El Qaîdeyê hat kuştin. Beriya niha hatibû destnîşankirin, bi hezaran serbaz û fermanderên Afganistanê çûne herêma Pencşîrê li Afganistanê ji bo li dijî Talîbanê dest bi serhildanekê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin