Ehmed Mesûd: Talîban daxwaza me ya ji bo danûstandinê red bike em ê ser bikin

Ehmed Mesûd: Talîban daxwaza me ya ji bo danûstandinê red bike em ê ser bikin

PeyamaKurd – Serokê bizava dijî TalÎban li Afganistanê diyar dike, eger Talîban daxwaza wan ji bo danûstandinê red bike, ew ê şer bikin.

Serokê bizava dijî Taliban li Afganistanê Ehmed Mesûd, ku kurê rêberê berê yê bizava dijî Sovyeta berê Ehmed Şah Mesûd da zanîn, ew ti carî herêma Pencşîr ya Afganistanê, ku di destê wan de ye, radestî Taliban nakin.

Ehmed Mesûd herwiha destnîşan kiriye, ew amade ne ji bo bi Talîban re danûstandinê bikin û bibin şirîkê hikûmeta Afganistanê, lê eger Talîban vê yekê qebûl neke ew neçar in şer bikin.

Tê gotin, derdora 9 hezar çekdarên Ehmed Mesûd hene û hîn jî gelek kes tevlî hêza wî dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin