Talîbanê heta 31ê Tebaxê dem da Amerîkayê: Xeta me ya sor e!

Talîbanê heta 31ê Tebaxê dem da Amerîkayê: Xeta me ya sor e!

PeyamaKurd - Berdevkê Tevgera Talîbanê ku dest daniye ser deshilata Afganistanê Suheyl Şahîn ragihand ku roja 31ê Tebaxê xeta wan a sor e ku Amerîkayê beriya niha ragihandibû roja herî dawî ya vekişîna artêşa Amerîkayê ye.

Suheyl Şahîn bi bîr anî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandiye, serbazên artêşa Amerîkayê dê di roja 31ê Tebaxê de ji Afganistanê vekişin û got, dirêjkirina pêvajoya vekişandina serbazan, tê wateya dirêjkirina dema dagirkirina Afganistanê jî.

Serokê Amerîka Joe Biden ragihandiye ku ji roja 14ê Tebaxê ve ji Afganistanê 28 hezar kes hatine veguhestin û ew ê binirxînin gelo dê piştî 31ê Tebaxê jî vekişîn bidome an na. Biden beriya niha jî diyar kiribû ku wan dema vekişîna bi temamî piştî danûstandinên ligel Talîbanê heta 11ê Îlona 2021ê dirêj kiriye, lê Talîban vê red dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin